Fotograflar: thebutlercollegian, wikipedia
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nivîskara feminîst, fîlozof û akademîsyen Silvia Federici û nivîskara feminîst, çalakvan û akademîsyen Angela Davîsê piştgirî dane kampanyaya azadiya Aysel Tûglûkê.
Tûglûk dema Alîkara Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû, hate girtin û pênc sal in li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Hejmar 1ê ya Kandirayê tê girtin. Tûglûk dema li girtîgehê bû, bi nexweşiya demansê ketiye.
Federici û Davisê bal kişandine li ser rewşa Aysel Tûglûkê û xwestiye ku ew demildest azad bibe.
Federici: "Aysel ji ber li dijî rejîma Erdoganî derket hate girtin"
"Ez dixwazim piştgiriya xwe ji bo 1000+ jinên li dijî rewşa girtîtiyê ya Aysel Tûglûkê ya dewam dike, hêrsa xwe diyar kirine bînim ziman û ji bo wê li vir im. Tekane sûcê wê ew e ku çareseriya aştiyane ji bo şerê çekdarî yê bi dehan salan e dewam dike xwestiye.
"Ez bi her awayî piştgiriya nifşê nû yên jinên kurd û hevalbendên wan dikim ku bi tenê xwestine li welatê xwe, li ser axa bapîr/dapîrên xwe bijîn, hatine girtin. Nabe em qebûl bikin jinên mîna Aysel di girtîgehan de bimînin ku bi wêrekê li dijî rejîma Erdoganî û têkbirina wî ya pêvajoya bi navê "pêvajoya aştiyê" derketine.
"Aysel endameke parlamentoyê bû ku bi rengekî demokratîk hatibû hilbijartin û xwe ispat kiribû ku yek ji serokên gelê kurd e. Girtina wê bi rastî jî skandal e.
"Ji ber ku bi nexweşiyeke xedar ketiye û siheta wê bi lez û bez nebaş dibe, zindanîkirina wê bûye eziyeteke mezintir û ev tişt nayê qebûlkirin.
"Mîna gelek dîlgirtiyên siyasî yên bi nexweşiya xedar in û li girtîgehên Tirkiyeyê tên girtin, şert û ferz e destûra azadkirina Aysel Tûglûkê jî demildest bidin û bihêlin ku ew û gelê xwe hev hembêz bikin û hevalên wê yên nêzîk û malbata wê lê binêrin. Em nikarin qebûl bikin ku bi vî rengî helwestê nîşanî jineke ji bo bi sedan û bi sedan jinên ciwan re bûye îlham wiha bidin. Aysel Tûglûk heyrantiya me û rêzgirtina me heq dike. Aysel Tûglûk azadbûnê heq dike."
Davis: "Ji ber axavtinên xwe hatiye dadgehkirin û cezakirin"
"Ez dixwazim piştgiriya xwe ji bo wan xwişkên xwe yên li Tirkiyeyê dikim ku ji ber edalet ji kurdan re xwestine û ji bo pevçûna xurt a li herêmê bi rêyên aştiyane werin çareserkirin bang kirine û zilm û zordarî li wan bûye. Em qebûl nakin ku bi sedan jinên kurd ji ber çalakiyên xwe yên polîtîk yên tundkarî tê de nebûn, di girtîgehan de bin.
"Di nava van jinan de parlamenterên kevn ên mîna Aysel Tûglûkê jî hene ku dema nûnerên gelê xwe yên hatine hilbijartin bûn, ji ber axavtinên xwe hatine dadgehkirin û ceza li wan hatine birîn. Aysel yekem hevseroka partiya xwe, mafparêzek û şervaneke aştiyê ye. Niha jî ketiye nava lepê nexweşiyeke xedar a jiyana wê têk dibe û derman jê re nîne û bi vî awayî li girtîgehê bi rizîbûnê hatiye mehkûmkirin. Bi raporên bijîşkî yên sexte, ew li pişt hesinan tê girtin.
"Li gorî rêgezên mirovî zelal e ku divê Aysel Tûglûk di nava livînên xwe û di nava hezkiriyên xwe de xatir ji cîhanê bixwaz e û ji bo vê jî divê azad bibe.
"Ji ber ku Aysel Tûglûk şervaneke aştiyê ya tundkarî nekiriye, dibe hedefa van cezakirinên zilimkar û dijmirovî. Ew parçeyek ji pêla serokên jin ên kurd ên nû û wêrek e. Aysel Tûglûk xwişka min e û ez her gav li bal xwişkê xwe me."
Her weha koma Bi Hezaran Jinan a ji bo Aysel Tûglûkê jî bang li jinan kiriye ku piştgiriyê bidin kampanyaya wan a ji bo azadiya Aysel Tûglûkê. (EMK/FD)