Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kedkarên tenduristiyê ji bo mafên xwe derketine grevê.
Kedkarên tenduristiyê bi vê armancê îro û sibê (14-15ê Adarê) wê di grevî de bin. Li seranserê Tirkiyeyê civînên çapemeniyê li dar dixin.
Endamên Odeya Bijîşkan a Stenbolê jî bi vê armancê xwestiye qevdegulekê deyne Abîdeya Ataturkî ya li Taksîmê. Polîsan bijîşk û kedkarên tenduristiyê asteng kirine. Bijîşkan qevdegul danîne ber barîkata polîsan û rewşa heyî protesto kiriye.
CANLI | 14 Mart Tıp Haftası Taksim Anıt Töreni https://t.co/0roKrE1GYF
— İstanbul Tabip Odası (@istabip) March 14, 2022
"Wê ev roj derbas bibin"
Sekreterê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Osman Kuçukosmanoglûyî axiviye û ev tişt gotine:
"Weke her sal, di 102em salvegera 14ê Adarê de jî me xwest daxwazên xwe bînin ziman û qevdegulekê deynin. Ji me re gotin 'hûn dikarin qevdegulê deynin lê nikarin daxuyaniyê bidin'. Em qevdegulên xwe datînin ber vê barîkata polîsan ku em li ber wê rastî astengiyan hatin. Bila 14ê Adarê Cejna Tibê li hemû hempîşeyên me pîroz be. Wê ev roj derbas bibin, em dizanin, bi hêviya ku em bi şox û şeng weke cejnan 14ê Adaran pîroz bikin û werin ba hev.”
14 Mart Tıp Bayramı’nda Taksim Anıtı’na çelenk bırakmak isteyen İstanbul Tabip Odası üyelerine polis müdahale ediyor pic.twitter.com/pPfwZRz2vO
— Çağatan Akyol (@CagatanAkyol) March 14, 2022
“Em naçin ti derê”
Li Nexweşxaneya Bajêr a Cemîl Taşçioglû ya Okmeydaniyê û Nexweşxaneya Dev û Diranan a Okmeydaniyê jî kedkarên tenduristiyê dest ji kar berdane û gotine “Ked ya me ye gotin ya me ye, em mafê xwe dixwazin û naçin ti derê.
Li Nexweşxaneya Dev û Diranan a Okmeydaniyê endamên Sendîkaya Kedkadên Tenduristî û Xizmetguzariya Civakî (SES) ya bi ser KESKê ve daxuyaniyek daye û gotiye ku "Ji bo em bikaribin hefteya tenduristiyê weke cejn pîroz biken, îsal ev hefte hefteya me ya grevê ye."
Her weha li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê jî kedkarên tenduristiyê dest ji kar berdane. (EMK/AÖ/FD)
*Çavkanî - Fotograf: Rojnameya Evrenselê