Fotograf: ILO / Flickr
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) rapora xwe ya derbarê karkerên ji ber COVID-19ê mirine, aşkere kiriye. Li gorî vê raporê bi kêmanî hezar û 400 karker ji ber şewbê mirine.
Karkerên ku ji ber şewbê mirine 146 jê jin, hezar û 254 jî mêr in.
Ji ber COVID-19ê di Adara 2020ê de bi kêmanî 14 karker, di Nîsanê de 105 karker, di Gulanê de 30 karker, di Hezîranê de 13 karker, di Tîrmehê de 16 karker, di Tebaxê de 57 karker, di Îlonê de 52 karker, Di Çiriya Pêşiyê de 53 karker, di Çiriya Pêşiyê de 162 karker û di Kanûna Pêşiyê de 242 karker mirine.
Di Kanûna Paşiyê ya 2021ê de 81 karker, di Sibatê de 38 karker, di Adarê de 36 karker, di Nîsanê de 136 karker, di Gulanê de 121 karker, di Hezîranê de 15 karker, di Tîrmehê de 3 karker, di Tebaxê de 22 karker, di Îlonê de 57 karker, di Çiriya Pêşiyê de 37 karker, di Çiriya Paşiyê de 50 karker, di Kanûna Pêşiyê de 28 karker mirine.
Di Kanûna Paşiyê ya 2022ê de 20 karker û di Sibatê de bi kêmanî 10 karker, ji ber COVID-19ê mirine.
Ji sedî 85ê wan bi heqdest kar dikin
Li gorî heman raporê hezar û 196 karkerên ji ber COVID-19ê mirine bi heqdestê xwe kar dikirin bi tenê 204 ji wan li ser hesabê xwe kar dikirin.
Yanê ji sedî 85ê miriyan bi heqdestên xwe, ji sedî 15 jî li ser hesabê xwe kar dikirin.
Bi tenê 176 karker ango ji sedî 12,57 karker endamên sendîkayekê bûn, hezar û 224 karker ango ji sedî 87,43 ne endamê ti sendîkayekê bûn.
Temenê ku karkerên ji ber COVID-19ê mirine wiha ye:
- Di navbera 18-27an de 17 karker,
- Di navbera 28-50î de 606 karker,
- Di navbera 51-64an de 598 karker,
- 65 û bejortir 147 karker,
- Temen 32 karkeran nehatiye zanîn
Di nava van herdu salan de herî zêde karker li Stenbolê ji ber COVID-19ê mirine. Hejmara karkerên li Stenbolê mirine 268 e. Li Enqereyê 75, li Kocaeliyê 74, li Îzmîrê 61, li Bûrsayê 53, li Mêrsînê 42, li Hatayê 40, li Dîlokê 38, li Konyayê 36, her yek ji Amed û Kayseriyê 34, li Edeneyê 30 karker mirine. Li gorî daneyên Meclîsa ISIGê li Mûş û Şirnexê ti karker ji ber COVID-19ê nemirine. (HA/FD)