Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
8 rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê bertek nîşanî polîtîkayên şer û qeyrana koçberan ya piştî dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve derketiye holê daye û gotiye, "Şer mirovan dikuje, aştî mirovan dide jiyîn."
“Bêalîbûna tibî” bibîr xistine
Daxuyaniya kedkarên tenduristiyê weha ye:
"Aşkere ye ku di vî şerî de wê kes bisernekeve, Berdêla bêberpirsyariya lîderan dê mirov, heywan, hewa, av û hemû cîhan bide. Şer ji bo tevahî zindiyan û xwezayê gef e û şîrketên çekan ên ku çekên nû pêşxistine û reklaman wan çekan dikin wê bifikirin ku ew bi ser ketine.”
“"Em bang li tevahî cîhanê dikin ku xebatkarên tenduristiyê, nexweşxane, ambulans, revîr, hemû cih û kesên ku xizmeta tenduristiyê didin nekevin bin agir, bên parastin û ji bo ku jiyana mirovên li herêmên pevçûn lê hene bên rizgarkirin û êşên wan bên sivikkirin”
"Divê bêalîbûna tibî li gorî prensîbên navneteweyî û Peymanên Cenevreyê were pêkanîn. Di çarçoveya mafên mirovan de divê rêz li hemû komên pîşeyî yên tenduristiyê li qada şer bên girtin.”
“Şer rawestînin”
“Em weke hemû komên pîşeyî yên kedkarên tenduristiyê bi bîr dixin ku ku peywira me parastina tenduristiya mirovan e, parastina ekosîstemê û têkoşîna li dijî qirêjiya hawirdorê ye û em hevgirtina xwe bi hemû kes û hevkarên mexdûrên vî şerî re radigihînin û em bang li hemû aliyan dikin ku demildest vî şerî rawestînin."
Rêxistinên pîşeyî yên ku daxuyanî dane ev in:
Yekitiya Doktorên Tirkan, Yekitiya Doktorên Diranan a Tirkan, Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî, Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê yên Şoreşger, Komeleya Hemşîreyên Tirkan, Komeleya Psîkologên Tirk, Komeleya Hemû Teknîker û Teknîsyenên Radyolojiyê, Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî.
(EMK/AY)