Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tevna Parastina Jinan, piştî zêdebûna bihayê pedan, ji bo ped belaş bên belavkirin, li ber avahiya Wezareta Xezîne û Darayiyê çalakiyek li dar xistiye.
Li gorî nûçeya JinNewsê, daxwaznameyek pêşkêşî Wezaretê kiriye û piştî wê jî civîneke çapemeniyê pêk aniye.
Li ser navê jinan parêzer Dondu Kurşunoglu axiviye û bal kişandiye ser rewşa aboriyê. Kurşunogluyê diyar kiriye ku li Tirkiyeyê krîzeke mezin heye û bacên bilind ji pêdiviyên herî bingehîn jî distînin.
Ji sedî 51 zêde bûye
Kurşunogluyê gotiye ku kelûpelên hijyenê ji sedî 51,4 zêde bûne û piştî vê zêde bûnê, ew nikarin pedan bidest bixin.
Beşek ji axavtina Kurşunogluyê wiha ye:
“Hebên kontrola ducanîbûnê… bihayê hebên piştî hevşabûnê bê serî zêde bûye. Ji sedî 63yê jinan nikarin pedên hijyenîk bidest bixin, bi pandemiyê re ev rêje gihîştiye ji sedî 82. Her ji 10 xwendekarên keç yek jê nikare pedên hijyenîk bidest bixe û ji ber wê jî nikarin biçin dibistanan. Paçikên zarokan, yên nexweşan jî bi heman awayî.
"Ger em bixwazin ji ber xwe bikin, li nexweşxaneyên dewletê di pratîkê de qedexe ye, li newxeşxaneyên dewletê jî gelekî biha ye… Kurt û kurmancî hesabê krîza ekonomî aha bi vî rengî li jinan tê birîn. Dewlet û sermaye biryarên ji bo laşê me û jiyana me didin û em ji ked û laşê xwe dûr dikevin.
“Em dizanin, dikarin pedan belaş bidin. Divê dewlet dest ji berjewendiyên sermayeyê berde û ji bo jin bikaribin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn bidest bixin, divê demildest gavan biavêje.
"Divê bihayên kelûpelan kêm bike û pedan belaş bide. Kesên ku regl dibin divê bikaribin li qadên civakî pedan bidest bixin. Em jî îro daxwaznameyên xwe pêşkêş dikin û li bendî bersivên pirsan in.” (EMK/FD)