Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
20 baroyan, ji bo Aysel Tûglûka ku nexweş e û di girtîgeha Tîpa F’ya Kocaelîyê de dimîne serbest bibe daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Aysel Tûglûk, Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya kevin e. Beriya demekê nexweşiya demansê lê peyda bûbû û Saziya Tiba Edlî ya ku girêdayî Beşa Tiba Zanîngeha Kocaelîyê ye, ji bo wê raporek amade kiribû. Di raporê de gotibû ku ji ber nexweşiya wê “ew nikare di girtîgehê de bimîne”. Li aliyekî din jî Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê li dijî vê raporê raporek din amade kiriye û îdia kiriye ku Tûglûk “dikare di girtîgehê de bijî”.
Bixwîne - Ji bo Aysel Tûglûkê bang li Neteweyên Yekbûyî kirine
Baroyan di daxuyaniya xwe ya hevbeş de gotiye ku divê cezakirin ne li dijî rûmeta mirovan be.
Baroyan derheqê tendurîstiya Tûglûkê de ev agahî dane raya giştî:
“Dema mirov bi nexweşiya demansê dikevin, ji bîr dikin, nikarin bifikirin û erkên xwe yên civakî bicih bînin. Demans, bi tenê ne navê nexweşiyekê ye. Berovajî vê yekê, pir cûreyên vê nexweşiyê hene. Yek ji van cûreyan Demansa Alzheimerê ye û herî kêm ji sedî 60 yan jî 80ê nexweşan bi vî cûreyî dikevin.
“Rewşa Aysel Tûglûkê di astek herî xerab de ye ku ew nikare bi tena serê xwe pêwistiyên sereke yên weke xwarin û vexwarina xwe jî bi cih bine. Bi serde jî, ji ber şert û mercên girtîgehê rewşa wê her ku diçe xerabtir dibe.
“Tevî Tûglûk nikare hewcedariyên şexsî bi tena sere xwe bi cih bîne, rewşa wê ya axaftin û tekiliyên bi mirovan re jî her ku diçe xerabtir dibe. Ger dibê di vê rewşê de cezayê Tûglûkê heta ku ew bi temamî ji nexweşiyê xelas bibe bê paşvexistin. Heger Tûglûk ji girtîgehê neyê derxistin, ev wê were wê wateyê ku cezakirina wê li dijî rûmeta mirovahiyê ye.”
Baroyan ragihandiye ku “Mafê jiyanê ku mafê herî bingehîn e”. Qanûna Parêzeran a hejmara 1136ê, berpirsiyariyê dide parêzeran da ku “mafên mirovan biparêzen û berevaniya wê bikin.” Baroyan ev berpirsiyarî bibir xistiye û gotine “heta Aysel Tûglûk ji nexweşiyê pak bibe, bile cezayê wê were bipaşxistin.”
Navên Baroyên ku daxûyanî îmza kirine evin:
Baroya Edeneyê
Baroya Semsûrê
Baroya Agirîye
Baroya Antalyayê
Baroya Êlihê
Baroya Çewligê
Baroya Bedlîsê
Baroya Bûrsayê
Baroya Amedê
Baroya Colemêrgê
Baroya Hatayê
Baroya Îzmîrê
Baroya Qersê
Baroya Mêrdînê
Baroya Mûşê
Baroya Sêrtê
Baroya Rihayê
Baroya Şirnexê
Baroya Dêrsimê
Baroya Wanê
(AS/BY/FD)
*Bahar Yildirimê ev nûçe ji tirkî wergerandiye