Fotograf: Wezareta Dadê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nûnertiya Îdirê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê û Nûnertiya Îdirê ya Komeleya Mafên Mirovan li Girtîgeha Tîpa Syê ya Îdirê hevdîtin bi girtiyan re kirine û piştî wê jî raporek amade kiriye.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku weke li girtîgehên tîpa Fyê li girtîehên tîpa Syê jî tecrîdeke giran heye û odeya bisifinc, lêgerîna şilfî tazî, îşkenceya fîzîkî û devkî, miayenekirina bi kelemçeyan bûne tiştên asayî.
Di raporê de behsa rewşa girtiyan û binpêkirina mafên wan hatiye kirin
Hogir Batûyê ji Girtîgeha Ewlehiya wê zêde ya Hejmara 1ê ya Amedê sirgunî Girtîgeha Tîpa Syê ya Îdirê kirine, ji ber ku qebûl nekiriye cil û bergên xwe ji ber xwe bike û gardiyan li laşê wî binêrin, gotiye gardiyanan li wî daye, bi îşkenceyê cil û bergên wî jê kirine, li laşê wî nêrîne û paşê ew birine odeyê.
Hogor Batûyî ji ber ku li dijî vê kiryarê derkeve, dest bi greva birçîbûnê kiriye û kamerayan hemû kiryarên gardiyanan pêk aniye, tomar kirine. Ev jî di dosyeya lêpirsînê hejmara 2021/8983yê ya Serdozgeriya Komarî ya Îdirê de hene.
Girtî Hogir Batûyî diyar kiriye ku piştî şevekê li odeya C-73yê maye, roja din (24/12/2021) ew birine odeya A-102ê û wî gotiye lêgerîna tazî rûmeta mirovan dixe bin pêyan û wî giliyê berpirsiyaran kiriye û dest bi greva birçîbûnê kiriye. Piştî wê ji ber ku ew li hemberî daxwaza gardiyanan derketiye, ya ku gotine divê ew li ser pêyan bihêle were hejmartin îşkence lê kirine û ew birine odeya bisifinc.
Batûyî her weha gotiye ku karmendê bi navê Emin E. dema hatiye jimartin û lêgerînê ji wî re gotiye “Hogir tu hê sax î, te xwe nekuştiyî?” û wiha dewam kiriye “Tu nikarî ti tiştekî bikî, karmend her gavê di dewletê de mafdar e” û zextên psîkolojhik li wî dikin.
Ode gemarî ne, xwarin hindik e
Girtiyê bi navê Mahphus Faysalî diyar kiriye ku ew di 23ê 23/12/2021ê de ji Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê anîne Girtîgeha Tîpa Syê ya Îdirê, dema ew anîne vir saet saet û nîvê dane sekinandin, kursî nebû, ew xistine hicreya yekkesî, kelûpelên paqijiyê nedane wî, bi derfetên xwe û bi pelên rojnameyan ode paqij kiriye û ode gelekî gemarî bû. (RT/FD)