Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sekreterê Giştî yê Rexistina Tenduristiyê ya Cîhanê(WHO) Tedros A. Ghebreyesus û Seroka Lijneya Têkoşîna li Dijî COVID-19ê Maria van Kerkhove li Cenevê daxuyanekê dane û gotine, "Her çi qas semptomên wî li gor Deltayê siviktir bin jî, Omicron jî dibe sedema razanê li nexweşxaneyan û mirinê. Mixabin Omicron wê nebe cureyê dawî, peresîna vîrusê didome."
Her du pisporên WHOyê jî ragihandine ku hemû vaksînên heyî li dijî Omicronê bi kêr tên û divê her kes derzî bibe. Tê diyar kirin ku hê nifûseke mezin derzî nebûye.
Omicron li seranserê cîhanê bi bandor e û ji bo çalakiyan dibe sedema betalbûne. Li Ewrûpayê bêhtir li Fransa û li Îtalyayê, li Başûrê Amerîkayê bêhtir li Perûyê, her wiha li Fîlîpîn, li Iraq û li Sirbistanê jî rêjeya kesên bi vîrusê ketine zêdetir dibe. Li Tirkiyeyê jî di 6ê Kanûna Paşinê de 68 hezar û 413 kes bi COVID-19ê ketine. Ev hejmar ji destpêka pandemiyê wir ve hejmara herî zêde ye.(TP/OP/AY)
*Ozan Polatî ev nûçe ji tirkî wergerandiye