Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Amedê saziyên sivîl û yên pîşeyî bi daxuyaneke hevbeş xwestine ku girtiyên nexweş yekser serbest bibin û derheqê kesên ku bûne sedema binpêkirina mafên mirovan de lêpirsîn bê vekirin.
Saziyan civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Saziyên ku beşdarî civînê bûne ev in:
Odeya Bijîşkan a Amedê, Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (İHD), Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê, Odeya Diransazan, Komeleya Pisporên Xizmetguzariya Civakî, Odeya Bijîşkên Veterîner, Însiyatîfa Psîkologên Mezopotamyayê, Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Mehkûman re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Jinan a Rosayê, Lîjneya Koordînasyonê ya TMMOByê ya Amedê, Platforma Şaxan ya KESKyê.
NOT: Li gor daneyên İHDê, li girtîgehên Tirkîyeyê 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji destpêka 2020ê wir ve, 7 jê piştî demeke kurt ya taloqkirina înfazê, 59 girtiyên nexweş mirine.
Ji kapasîteya girtîgehan zêdetir girtî hene
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Elif Tûran, Seroka Odeya Bijîşkan aAmedê di daxuyaniya Parka Koşuyoluyê de diyar kiriye ku kapasîteya girtîgehan 220 hezar e lê niha 294 hezar kes li girtîgehan in. Tûranê bal kişandiye li ser bandorên neyînî yên vê zêdebûnê û gotiye: Ev zêdebûn dibe sedema mezinbûna qat bi qat di binpêkirina mafan de. Ev rewş dibe asteng ji bo tespît û çareseriya pirsgirêkan."
Tehliyekirina wan tê astengkirin
Turanê gotiye ku divê rewşa girtîgehan li gorî pîvanên navnetewî bin: "Alîyekî mafên girtiyan jî mafê tenduristiyê ye. Pirsgirêka tenduristiyê ya girtiyan bi sedemên zêdebûna mirinan a li girtîgehan û redkirina tehliyekirina girtiyên nexweş her ku diçe kûrtir dibe. Ji ber vê yekê, girtîgeh hê jî ew cîh in ku binpêkirina mafên mirovan bi awayekî zêde dewam dike."
Tûranê guhertinên di qanûna bicihanîna cezayan de pêk hatine, bibîr xistiye ku di wir de “şertê helwesta baş” heye û wiha axiviye: "Mafê wan ê tehliyekirina bi şert û mercan ve girêdayî, ji ber erk bêsînor û li gorî kêfê tê bikaranîn, tê astegnkirin û tehlibûna girtiyan a ji ber mafê hêvîkirinê, mafê azadî û ewlehiyê jî tê astengkirin.”
Tûranê daxwazên saziyan aniye ziman û gotiye ku daxwaza tehliyekirina girtiyên nexweş kiriye. (AS/OP/FD)
*Ozan Polatî ev nûçe ji tirkî wergerandiye