Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku li Tirkiyeyê di 6 kesan li varyanta Omicronê peyda bûye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê 42 kes bi varyanta Omicronê ketine. 30 jê li Stenbolê, 6 li Îzmîrê, her yek jê 2 li Isparta û Kutahyayê, yek li Şirnex yek jî li Amedê ye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê de hatiye destnîşankirin ku hinek organên weşan û pexşê referansên li ser malpera înternetê ya "https://covariants.org/per-country" referans digirin û derbarê wê yekê nûçeyan çêdikin ku li Tirkiyeyê varyanta Omicronê ji sedî 42 ye.
Wezaretê diyar kiriye ku li ser van nûçeyan Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Gel, bi admînên vê malpera înternetê re ew ketine peywendiyê û gotiye:
"Admînên malperê ji me re ragihandin ku ew di warê daxistina daneyan de pirsgirêk di pergala GISAIDê de hene û ew ê wê rewşa rojane piştrast bikin û pergala xwe ya malpera înternetê nû bikin. Îro piştî nûkirina di malpera navborî de, hat teyîdkirin ku 247 pêketî hatine tomarkirin, ji wan 220 Delta û 27 jî Omicron in. Bivê re şaşî hat sererastkirin û rewşa nû hat weşandin.
"Ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Gel ve piştî ku varyanta Omicronê li parzemîna Ewropayê hat tomarkirin, li 17 navendên tenduristiyê ji bo varyanta Omicronê pişkinîna PCRê hat destpêkirin. Ji 8ê Sermawezê ve ji nava 150 hezar nimûneyan yên ku gumana varyanta Omicronê di nava wan de hebûn, ji bo pesendkirinê li Laboratuara Vîrolojiya Neteweyî lêkolîn hat destpêkirin. Ji 1ê Sermaweza 2021ê ve, 3 hezar û 344 nimûne sekansa wan hat kirin û ketin pergalê, 3 hezar û 73 ji wan Delta, 42 ji wan jî varyanta Omicronê ne. Bajarên ku varyanta Omicronê li wan hat tomarkirin ev in: Stenbol (30), Îzmîr (6), Şirnex (1), Diyarbekir (1), Kutahya (2), Isparta (2)."
Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin ku ji ser malpera înternetê ya "https://www.gisaid.org" daneyên pêbawer û nû yên di pergala GISAIDê de tên weşandin. Derbarê mijarê de jî agahiyên bi hûrgilî li ser navnîşana "https://hsgm.saglik.gov.tr/tr/mikrobiyoloji-haberler/kamuoyu-bilgilendirmesi.html"ê hatine weşandin. (TP/FD)