Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 352 hezar û 438 kesan hatine kirin û di encamê de testa 19 hezar û 95 kesan pozîtîf derketiye, 179 kes pê mirine û 22 hezar û 816 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 804 hezar û 231 doz derzî hatine kirin
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 731 hezar û 257 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 51 milyon û 282 hezar û 294 kesan doza 2yem, 15 milyon û 828 hezar 350 doza sêyem, li ser hev 126 milyon û 565 hezar û 703 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (RT/AY)