Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
68 rêxistinên jinan, bi daxuyaneke nîvîskî xwestine parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tûğlûk azad bibe. Aysel Tûglûk ji sala 2016an û wir ve li Girtîgeha Kocaeliyê Tîpa Fyê ya yekem girtî ye. Parêzerên wê bi daxuyanekê diyar kiribûn ku Tûglûk ji ber amneziyê nikare kar û barên xwe yên rojane bike.
Her çiqas saziya Tipa Edlî Bijîşkiya ya Kocaeliyê rapor nivîsibe û gotibe Tûglûk "Nikare li girtîgehê bimîne", serlêdanên parêzeran li ser hev hatine redkirin.
68 rêxistinên jinan di daxuyaniya xwe de gotine "Dem dema piştevaniya Aysel Tûğlûkê ye" û wiha dewam kiriye: "Wê rayedarên darazê û yên îdarî berpirsên hemû encamên neyênî yên têkildarî tenduristiya Aysel Tûglûkê bin ku raporên dibêjin ‘nikare li girtîgehê bimîne’ başguh dikin. 68 rêxistinan xwestiye Tûglûk azad bibe û dermankirina wê di nava şert û mercên hewce de bê kirin.
68 saziyên ku daxuyaniya hevbeş îmze kirine
Koma Xebatên Jinan a Weqfa Adalarê, Platforma Jinan a Edeneyê, Tora Piştevaniyê ya Wekheviya Zayenda Civakî ya AG-DAyê, Yekitiya Jinên Elewî, Tevgera Jinan a Anatolyayê, Jinên ji Akademiya Piştevaniyê ya Enqereyê (ADA), Platforma Jinan a Enqereyê, Komeleya Piştevanî û Şewrê ya Jinan a Antalyayê, Komeleya Lêkolînên Zayendiya Civakî ya Aramızdayê, Yekitiya Jinên Elewî ya Ewrupayê, Komeleya Ben Seçerim, Komeleya Tekoşîna li dijî Tundkariya Zayendî, Platforma Jinan a Datçayê, Meclîsa Jinan a DADê, DAKAHDER, Komeleya Jinan a Demir Leblebiyê, Meclîsa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk, Yekitiya Jinên Elewiyên Demokratîk, Platforma Jinan a Dikiliyê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Kovara Ekmek ve Gulê, Jinên ji EMEPê, Koma Xebatên Zayendiya Civakî-Komeleya Lêkolîn û Piştevaniya Dibistana Eskişehirê, EŞİTİZ, Sendikaya Xebatkarên Malê, Jinên Aşitî yên Foçayê, Komeleya Jinan a Gunebakanê, Jinên ji Halkevê, Jinên Hatayê bi hev re Bihêz in, Meclîsa Jinan a HDKyê ya Mûglayê, Meclîsa Jinan a HDPê ya Edeneyê, Meclîsa Jinan a HDPê ya Balıkesir, Meclîsa Jinan a HDPê ya Hatayê, Meclîsa Jinan a Hubyarê, Platforma Jinan a Îskenderunê, Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê, Piştevaniya Jinan, Partiya Jinan, Komeleya Yeni Çözümlerê-Mafên Mirovî yên Jinan, Komeleya Nîvîskarên Jin, Jin bi hev re Bihêz in, Rêvebiriya Jinan a HDPê ya Kağıthaneyê, Platforma Jinan a Karaburunê, Komeleya Piştevanî û Şewrê ya Jinan ya Katreyê, Meclîsa Jinan a KESKê, Piştevaniya Jinan ya Kırkyamayê, Komeleya Kırmızı Biberê, Piştevaniya Serbixwe ya Jinan a Bendavê, Komeleya Jinan ya Mavigölê, Platforma Jinan a Elewiyan ya Mersînê, Piştevaniya Mor, Mor Sarmaşık, Komeleya Jinan a Muğla Emek Benimê, Komeleya Piştevanî û Şewrê ya Jinan ya Muğlayê, Komîsyona Jinan ya OHDê, ODAV, Komeleya Jinan a Rosayê, Platforma Wekhevî û Edeletê ya Jinan ya SESê, Meclîsa Jinan a Sosyalîst, Jinên ji TIPê, TJA, Şaxa Tenduristî û Bijişkiya Jinê ya TTBê, Platforma Jinan a Wanê, Komeleya Jinan ya Van Starê, Komeleya Piştevaniya Girtiyên Berê û yên Wernicke-Korsakoffiyên Çukurovayê, Jinên Yan Yana Girişimi, Komeleya Piştevaniya Jinan ya Yaşameviyê." (TP/OP/FD)
*Ozan Polatî ev nûçe ji tirkî wergerandiye