Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Neteweyên Yekbûyî (NY) di18ê Kanûna Pêşiyê Roja Koçberên Navneteweyî de raporek weşandiye û destnîşan kiriye ku li tevahiya cîhanê dijminatî û nefret li dijî koçberan zêde bûne.
Li gorî daneyên NYê nêzîkî mîlyarek kes ango zêdetirî ji heftan yekê serjimêriya cîhanê koçber in. Di nav wan de 281 mîlyon kes weke koçberên navnetewî tên zanîn. Ji wan 84 mîlyon jî kesên ku ji ber pevçûn, çalakiyên tûndkariyê û guherîna îklîmê ji welatên xwe derketine ango hatine derxistin.
Li gorî nûçeya Dengê Amerikayê, Antonio Vitorino, Dîrektorê Rexistina Koçan a Navneteweyî ya NYê gotiye: “Piraniya koçberan bi armanca lêgerîna şert û mercên baştir yên aboriyî dikevin pey rêwîtiyên metirsîdar û jiyana xwe dixin xeteriyê. Gelek ji wan jî ji ber karesatên xwezayî an jî ji ber pirsgirekên bi dest mirovan hatine afirandin neçar dimînin ji welatên xwe birevin.”
“Pandemiyê pirsgirekên koçberan zêdetir kiriye”
Vitorinoyî diyar kiriye ku gelek kes ketine destê qaçaxçîyan û şewba Covid-19ê jî zihmetiyên ku penaber rûbîrû dimîne zêdetir kiriye. (RT/OP/AY)
*Ozan Polatî ev nûçe ji tirkî wergerandiye