Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Dayikên Aştiyê û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ji ber mirina bigûman a Garîbe Gezerê û rewşa tenduristiyê ya Aysel Tûglûk, Parlamentera berê ya HDPyê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Civîn li ber avahiya Baroya Amedê pêk hatiye û di daxuyaniyê de bal kişandine ser bûyerên binpêkirinên mafan ên li girtîgehan.
Bixwîne - Girtiyê nexweş Abdulrezzak Şûyûr li Girtîgeha Şakranê miriye
Bixwîne - Girtiyê nexweş Halîl Guneş di girtîgehê de miriye
Bixwîne - Mirina bigûman a Garîbe Gezerê: Bila dozgerî ji wezîfeyê bistînin
"33 rojan bi tenê li hicreyekê hatiye girtin"
Saziyan di daxuyaniya hevpar de diyar kirine ku li girtîgehan nahêlin girtî mafên xwe yên herî bingehîn bikar bînin:
"Di vê pêvajoyê de hiqûqa navnetewî li hêlekê prensîbên mirovî yên herî derbasdar jî nayên bikaranîn. Di demeke wiha de Garîbe Gezer hate kuştin. Piştî ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya hejmar 1ê ya Kandirayê 33 rojan li hicreyê hate girtin, ew birine hicreyekê û bi tenê li wir hatiye hiştin.
"Ji bo biçe cem hevalên xwe daxwazname nivîsandine, lê bersiv nedane wan daxwaznameyan. Hicre jî bi gotina Garîbeyê cihekî wiha ye ku pîsî lê heye û ji hemû nîşaneyên her cure jiyanê dûr e û îzolekirî ye.
"Rayedar guhê xwe digirin"
"Dîsa li heman girtîgehê parêzerên Aysel Tûglûkê aşkere kirine ku hişê xwe winda kiriye. Haya civakê jî jê çêbûye ku Tûglûk bi nexweşiyeke giran ketiye, digel vê jî rayedarên desthilatê guhê xwe digirin. Lê li gorî raporên pisporan, divê Tûglûk ji ber vê nexweşiyê li girtîgehê nemîne.
"Digel ku nexweşiya Tûglûkî giran jî bûye, ATK (Saziya Tiba Edlî) gotiye ‘dikare bi tenê jiyana xwe bidomîne’. Em ji rojên berê jî dizanin ku ev helwesta ATKyê siyasî ye.
"Tabût ji girtîgehan derdikevin"
"Di rewşeke wiha de ye ku an tabûtên girtiyên newxeş ji girtîgehan derdikevin an jî piştî serbest dibin bi çend rojan dimirin. Mîna Aysel Tûglûkê bi sedan girtiyên newxeş nayên dermankirin û bi hincetên raporên ATKyê li girtîgehan ji bo mirinê hatine hiştin.
"Em ji vir bang dikin: Aysel Tûglûk û hemû girtiyên siyasî ne bi tenê ne. Li pişt wê îradeyeke xurt a rêxistiniya jinan heye. Piştevanî û yekîtiya jinan wê parastina siyaseta domandina jiyanê berdewam bike. Di serî de girtiyên nexweş, jinên weke rehîneyên siyasî tên girtin, em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe ji zindanan derxin." (RT/FD)