Girtiyê bi nexweşiya giran, Abdulrezzak Şûyûr ê 56 salî li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê ya Tîpa Tyê girtî bû, miriye.
Şûyûr di sala 1993yan de li Mûglayê hatibû desteserkirin û bi îdiaya ku "endamê rêxistinê ye" cezayê muebetê lê hatibû birîn.
Bixwîne - "Ji 2020an heta niha herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine"
Şûyûr piştî girtîgehên Sêrt û Dîlokê sirgûnî Girtîgeha Şakranê bûbû û 3 meh berê bi nexweşiya pençeşêra pişikê ketibû. Şûyûr her weha newxeşê astimê bû. Piştî nexweşiya pençeşêrê lê peyda bûye nehatiye dermankirin.
Herî dawî 2 hefte berê agahî jî wergirtine
Kurê Abdulrezzak Şûyûr du hefte berê çûye ew li girtîgehê dîtiye û ji wê rojê û şûn de malbata wî agahî ji Şûyûrî negirtiye.
Birayê wî Mûhsîn Şûyûrî îro ji bo dîtina wî çûye girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê bêyî ku hincet nîşan bide diyar kiriye ku ew destûrê nadin hevdîtinê bikin.
Rêveberiya girtîgehê piştî saetekê telefonî malbata wî kiriye û gotiye ku Abdulrezzak Şûyûr miriye. Salek berê ji bo tehliye bibe, Şûyûrî daxwazname dabû lê ev daxwaza wî qebûl nebûbû. 14 meh mabûn ku Şûyûr ji girtîgehê derkeve.
Malbata Şûyûrî ji Stenbol û Sêrtê bi rê ketiye da ku cenazeyê Abdulrezzak Şûyûrî werbigirin û çûne Îzmîrê.
Cenazeyê wî piştî kar û barên hiqûqî wê li navçeya Dihê ya Sêrtê were veşartin.
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane. (FD)
*Çavkanî - Fotograf: MA