Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 358 hezar û 117 kesan hatine kirin û di encamê de testa 21 hezar û 477 kesan pozîtîf derketiye, 181 kes pê mirine û 24 hezar û 42 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 130 hezar û 511 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 569 hezar û 332 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 51 milyon û 003 hezar û 175 kesan doza 2yem, 12 milyon û 733 hezar 491 doza sêyem, li ser hev 121 milyon û 935 hezar û 289 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (AEK/AY)