Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 355 hezar û 317 kesan hatine kirin û di encamê de testa 22 hezar û 687 kesan pozîtîf derketiye, 198 kes pê mirine û 24 hezar û 366 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 118 hezar û 362 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 422 hezar û 378 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 50 milyon û 740 hezar û 424 kesan doza 2yem, 12 milyon û 448 hezar 995 doza sêyem, li ser hev 121 milyon û 160 hezar û 790 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KO/AY)