Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 350 hezar û 937 kesan hatine kirin û di encamê de testa 19 hezar û 357 kesan pozîtîf derketiye, 185 kes pê mirine û 24 hezar û 278 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 147 hezar û 820 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 360 hezar û 977 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 50 milyon û 632 hezar û 985 kesan doza 2yem, 12 milyon û 343 hezar 485 doza sêyem, li ser hev 120 milyon û 857 hezar û 540 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (RT/AY)