Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 354 hezar û 385 kesan hatine kirin û di encamê de testa 21 hezar û 747 kesan pozîtîf derketiye, 192 kes pê mirine û 22 hezar û 284 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 124 hezar û 040 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 314 hezar û 900 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 50 milyon û 550 hezar û 332 kesan doza 2yem, 12 milyon û 278 hezar 862 doza sêyem, li ser hev 120 milyon û 640 hezar û 853 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (EMK/AY)