Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sekretekê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus gotiye ku rêjeya hindik a derzîlêdanê ya li seranserê cîhanê û hejmara hindik a testkirinê, dihêle “rewşeke jehrî” derkeve holê û ev rewş bingehê ji bo varyantên nû çêdike.
Ghebreyesusî li Cenevê civîneke çapemeniyê li dar xistiye û bang li welatên endam kiriye û xwestiye, ji bo belavbûna vîrusê baştir kontrol bikin, tedbîrên tenduristiyê bi halê herî guncav û bibandor bicih bikin.
"Kesên di komên rîskan de bin divê werin derzîkirin”
Sekreterê Giştî yê DSOyê diyar kiriye ku kesên di komên rîskan de bin û xetereyeke wan ya jiyanî hebe, divê demildest hemû derziyên xwe li xwe bixin.
Ghebreyesusî behsa varyanta Omicronê kiriye ku li Afrîkaya Başûr derketiye holê û gotiye ku mirovahî hîna têkoşînê li dijî varyanta Deltayê dide ku li Hindistanê derketibû holê:
"Ji bo em pêşiya belavbûna Deltayê bigirin û jiyanan rizgar bikin, di dest me de çi amûr hebin, divê em bikar bînin. Dema me ev tişt kir, em ê bikaribin belavbûna Omicronê jî asteng bikin û jiyanan rizgar bikin."
Sekreterê Giştî her weha ji bo welatên hejar bikaribin, derzî, derman û testan bidest bixin, dubare car bang li welatên dewlemend kiriye. (PT/FD)