Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 358 hezar û 816 kesan hatine kirin û di encamê de testa 24 hezar û 317 kesan pozîtîf derketiye, 189 kes pê mirine û 23 hezar û 273 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 147 hezar û 131 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 232 hezar û 602 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 50 milyon û 409 hezar û 60 kesan doza 2yem, 12 milyon û 164 hezar 789 doza sêyem, li ser hev 120 milyon û 261 hezar û 629 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KO/AY)