Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 365 hezar û 412 kesan hatine kirin û di encamê de testa 28 hezar û 170 kesan pozîtîf derketiye, 208 kes pê mirine û 29 hezar û 353 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 128 hezar û 231 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 56 milyon û 93 hezar û 801 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 50 milyon û 144 hezar û 41 kesan doza 2yem, 11 milyon û 973 hezar û 381 kesan doza sêyem, li ser hev 119 milyon û 602 hezar û 103 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KO/AY)