Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 357 hezar û 223 kesan hatine kirin û di encamê de testa 22 hezar û 234 kesan pozîtîf derketiye, 226 kes pê mirine û 29 hezar û 538 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 146 hezar û 728 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 55 milyon û 972 hezar û 966 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 49 milyon û 904 hezar û 400 kesan doza 2yem, 11 milyon û 812 hezar û 762 kesan doza sêyem, li ser hev 119 milyon û 29 hezar û 798 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KO/AY)