Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Malbatên girtiyên nexweş, ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, duh (16ê Çiriya Paşiyê) li avahiya Baroya Amedê, kom bûne.
Hakki Boltan, bave Civan Boltanê li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Bolûyê girtî ye, Încî Guler, xwişka Abdulselam Gulerê li Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê girtî ye, Hasîme Guler, hevjîna Siddik Gulerê ku li Girtîgeha Îskenderûnê girtî ye, Fevziye Kolakan, dêya Ahmet Kolakanê ku li Girtîgeha Hejmar 2yê ya Bandirmayê girtî ye û Selman Ozkan, keça Mehmet Emîn Ozkanê ku li Girtîgeha Tîpa Dyê ya Amedê girtî ye, diyar kiriye ku wan dest bi “Nobeta Edaletê” kiriye.
Baro wê alîkariya hiqûqî bide wan
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Nahît Eren, Serokê Baroya Amedê û endamên lijneya rêveber a Baroyê, li daxwazên malbatan guhdar kirine.
Erenî gotiye ku ew weke Baroyê ji nêz ve çavdêriyê li pirsgirêkên girtiyên newxeş dikin û ji bo pirsgirêk çareser bibin û daxwazên wan ên ji bo edaletê di nava civakê bêhtir bê bihîsti, ew ê hewl bidin.
Erenî diyar kiriye ku ew ê alîkariya hiqûqî bidin malbatan. (KÖ/FD)