Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 346 hezar û 642 kesan hatine kirin û di encamê de testa 21 hezar û 624 kesan pozîtîf derketiye, 189 kes pê mirine û 20 hezar û 550 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 64 hezar û 68 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 55 milyon û 824 hezar û 402 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 49 milyon û 626 hezar û 98 kesan doza 2yem, 11 milyon û 634 hezar û 904 kesan doza sêyem, li ser hev 118 milyon û 367 hezar û 35 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (RT/AY)