Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 359 hezar û 560 kesan hatine kirin û di encamê de testa 28 hezar û 662 kesan pozîtîf derketiye, 196 kes pê mirine û 28 hezar û 859 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 161 hezar û 504 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 55 milyon û 697 hezar û 102 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 49 milyon û 341 hezar û 966 kesan doza 2yem, 11 milyon û 462 hezar û 618 kesan doza sêyem, li ser hev 117 milyon û 723 hezar û 821 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KO/AY)