Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 357 hezar û 832 kesan hatine kirin û di encamê de testa 27 hezar û 824 kesan pozîtîf derketiye, 187 kes pê mirine û 28 hezar û 255 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 183 hezar û 785 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 55 milyon û 663 hezar û 350 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 49 milyon û 270 hezar û 114 kesan doza 2yem, 11 milyon û 423 hezar û 235 kesan doza sêyem, li ser hev 117 milyon û 562 hezar û 317 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KO/AY)