Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 347 hezar û 783 kesan hatine kirin û di encamê de testa 25 hezar û 304 kesan pozîtîf derketiye, 200 kes pê mirine û 28 hezar û 852 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 46 hezar û 812 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 55 milyon û 625 hezar û 504 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 49 milyon û 190 hezar û 536 kesan doza 2yem, 11 milyon û 377 hezar û 755 kesan doza sêyem, li ser hev 117 milyon û 8 hezar û 424 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (RT/AY)