Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 362 hezar û 832 kesan hatine kirin û di encamê de testa 29 hezar û 482 kesan pozîtîf derketiye, 228 kes pê mirine û 34 hezar û 743 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 177 hezar û 95 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 55 milyon û 549 hezar û 947 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 49 milyon û 7 hezar û 760 kesan doza 2yem, 11 milyon û 296 hezar û 405 kesan doza sêyem, li ser hev 117 milyon û 8 hezar û 424 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KO/AY)