Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 354 hezar û 580 kesan hatine kirin û di encamê de testa 25 hezar û 528 kesan pozîtîf derketiye, 229 kes pê mirine û 27 hezar û 651 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 161 hezar û 935 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 55 milyon û 332 hezar û 860 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 48 milyon û 505 hezar û 748 kesan doza 2yem, 11 milyon û 101 hezar û 82 kesan doza sêyem, li ser hev 116 milyon û 23 hezar û 796 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KO/AY)