Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 355 hezar û 947 kesan hatine kirin û di encamê de testa 26 hezar û 896 kesan pozîtîf derketiye, 210 kes pê mirine û 30 hezar û 542 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Di 24 saetên dawî de 187 hezar û 267 doz derzî hatiye kirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 55 milyon û 297 hezar û 93 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 48 milyon û 418 hezar û 126 kesan doza 2yem, 11 milyon û 73 hezar û 439 kesan doza sêyem, li ser hev 115 milyon û 861hezar û 861 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (KÖ/FD)