Çavkanî: https://www.aljazeera.com/, Fotoğraf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistinê Tenduristiyê ya Cîhanê(WHO) aşkere kiriye ku ew pêşbînî dikin li tevahiya cîhanê di navbera 80 hezar heta 180 hezar xebatkarên tenduristiyê ji ber COVID-19ê mirine.
WHOyê bang kiriye ku dema pandemî dewam dike divê ji bo piştgirî û parastina xebatkarên tenduristiyê zêdetir tedbîran bigirin.
WHOyê diyar kiriye ku di qonaxa navbera Kanûna Paşiya 2020an û Gulana 2021an de dibe ku 180 hezar xebatkarên tenduristiyê miribin. Rêxistinê destnîşan kiriye ku ji bo 135 milyon xebatkarên tenduristiyê rîska jihalketîbûn, xemsarî û westandinê zêde bibe.
Jîm Campbell, Dîrektorê Daîreya Karên Tenduristiyê ya WHO gotiye, "Ji bo parastina hemû xebatkarên tenduristiyê û lênêrînê û peydakirina hawireke xebatê ya ewle û guncaw, mecbûriyeteke me ya exlaqî heye. Ev divê xwegihandina derziyan jî di nav xwe de vehewîne."
Li gorî daneyên 119 welatan, di Îlona 2021an de li Afrîka û herêmên Pasîfîk ên Rojava ji 10 xebatkarên tenduristiyê kêmtirî 1an bi temamî hatine derzîkirin.
22 welatên ku piranî wan xwedî dahatên bilind in, ragihandine ku zêdeyî ji sedî 80yê xebatkarên wan bi temamî hatine derzîkirin.
Rêxistina tenduristiyê diyar kiriye ku hejmara giştî ya mirinên ji ber COVID-19ê 3,45 mîlyon e.(CA/AÖ/AY)