Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 354 hezar û 426 kesan hatine kirin û di encamê de testa 24 hezar û 114 kesan pozîtîf derketiye, 186 kes pê mirine û 24 hezar û 403 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li Tirkiyeyê heta niha 54 milyon û 858 hezar û 848 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 47 milyon û 303 hezar û 190 kesan doza 2yem, 10 milyon û 857 hezar û 836 kesan doza sêyem, li ser hev 113 milyon û 971 hezar û 512 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(PT/AY)