Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 338 hezar û 873 kesan hatine kirin û di encamê de testa 26 hezar û 398 kesan pozîtîf derketiye, 213 kes pê mirine û 27 hezar û 160 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 216 hezar û 856 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 52 milyon û 672 hezar û 498 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 42 milyon û 24 hezar û 517 kesan doza 2yem, 9 milyon û 808 hezar û 485 kesan doza sêyem, li ser hev 105 milyon û 110 hezar û 950 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(RT/AY)