Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 341 hezar û 4 kesan hatine kirin û di encamê de testa 28 hezar û 224 kesan pozîtîf derketiye, 248 kes pê mirine û 28 hezar û 536 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 525 hezar û 195 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 52 milyon û 153 hezar û 868 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 41 milyon û 182 hezar û 546 kesan doza 2yem, 9 milyon û 633 hezar û 374 kesan doza sêyem, li ser hev 103 milyon û 526 hezar û 811 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)