Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 334 hezar û 535 kesan hatine kirin û di encamê de testa 27 hezar û 802 kesan pozîtîf derketiye, 276 kes pê mirine û 29 hezar û 191 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 570 hezar û 9 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 51 milyon û 979 hezar û 208 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 40 milyon û 921 hezar û 431 kesan doza 2yem, 9 milyon û 562 hezar û 25 kesan doza sêyem, li ser hev 103 milyon û hezar û 616 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)