Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 319 hezar û 110 kesan hatine kirin û di encamê de testa 24 hezar û 613 kesan pozîtîf derketiye, 231 kes pê mirine û 26 hezar û 52 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 682 hezar û 949 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 51 milyon û 780 hezar û 811 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 40 milyon û 635 hezar û 924 kesan doza 2yem, 9 milyon û 496 hezar û 164 kesan doza sêyem, li ser hev 102 milyon û 431 hezar û 607 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)