Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên Aysel Tûglûk, parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Alîkara Hevseroka Giştî ya heman partiyê û Hevseroka Giştî ya berê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li dijî wê biryara Saziya Tiba Edlî derketine ku gotiye “Aysel Tûglûk dikare li girtîgehê bimîne.”
Serdar Çelebî, parêzerê Tûglûkê ji bianetê re got, “Dema em li helwesta Saziya Tiba Edlî ya berê dinêrin, em ji ber vê biryarê şaş nebûn. Lê ji bo nexweşiya Aysel Tûglûkê divê em şaş bibûna.”
Di rapora Saziya Tipa Edlî de ji bo Aysel Tûglûkê hatiye gotin ku, “divê dermankirina wê û kontrolên wê yên polîklînîkê li gorî demên hatine pêşniyazkirin, pêk bên û dikare di nava şert û mercên girtîgehê de cezayê xwe bikişîne…”
Parêzer Çelebiyî diyar kir ku wan îtiraza xwe li Lijneya Giştî ya STEyê kiriye û him jî ji bo raporeke alternatîf û serbixwe, dest bi hewldanan kiriye.
Serdar Çelebiyî destnîşan kir ku Tûglûk û malbata wê naxwazin detayên nexweşiyê aşkere bikin.
Çi bûbû?
Aysel Tûglûk di 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de dema Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPyê bû tevlî 7 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin.
Îdianame ji bo wê hatibû amadekirin ku tê de daxuyaniyên wê yên dabû çapemeniyê û beşdarbûna wê ya li cenazeyan ên di dema ku Hevseroka KCDyê bû, weke delîl hatibûn nîşandan.
17em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16ê Adara 2018an de 8 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû. Dadgehê li gorî Qanûna Dijterorê ya hejmar 3713ê cezayê wê bi qasî dua qatan zêde kiribû û ew bi 12 salan ceza kiribû. Her weha li gorî heman biryarê ji 6an 1ê cezayê wê kêm kiribû û di encamê de 10 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû.
Parêzerên Tûglûkê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê dabûn lê dadgehê daxwaza wan qebûl nekiribû. Parêzeran dosye şandibû Dadgeha Bilind. (AS/FD)