Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekîtiya Ewropayê (YE) navê 6 welatan ji wê lîsteya xwe derxistiye ku welatên welatiyên wan dikarîbûn serdana welatên YEyê bikin, têde ne. YEyê welatek tevlî lîsteyê kiriye.
Li gorî daxuyaniya ku Konseya YEyê weşandiye, welatiyên Arnavûtlûk, Ermenistan, Azerbaycan, Brunei, Japonya û Sirbîstanê wê êdî nikaribin biçin welatên YEyê. Ûrûgûay ji lîsteyê derketiye.
Piştî lîste hatiye nûkirin ev welat di lîsteyê de mane:
- Awistralya
- Bosna Hersek
- Kanada
- Urdin
- Zelandaya Nû
- Qeter
- Moldova
- Erebistana Siûdiyê
- Sîngapûr
- Koreya Başûr
- Ûkrayna
- Ûrûgûay
Her weha li gorî peymanên di navbera her du aliyan de, ger destûra geştê bide welatiyên welatên YEyê, wê ew jî sînorên xwe ji Çînê re vekin.
Lîsteya rêwitiyê ya YEyê
Lîste ji 14 rojan carekê tê nûkirin. Ti berpirsiyariya wê nîne, pêşniyaran li welatên Yekîtiya Ewropayê dike. Welatiyên welatên ku navê wan di lîsteyê de ye dikarin biçin serdana welatên YEyê bikin, dibe ku ji bo van kesan testa Covid-19ê û karantîna pêk were. Welatiyên ku navê welatên wan di lîsteyê de nebe, nikarin serdana welatên YEyê bikin. (TP/FD)