Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Bilind a Meksîkayê biryar daye ku rêveberiya eyaleta Coahuilayê bila cezayên ji bo kurtajê tên dayîn ji qanûnên xwe derxe.
Arturo Zaldivar, Serokê Dadgeha Bilind a Meksîkayê biryar gotiye ku biryar ji bi hemû jinan û bi taybet ji bo yên herî bêperastin “destpêka demeke nû ye”.
Luis Maria Aguialar, Dozgerê Dadgeha Bilind ji bo biryarê gotiye, “ji bo mafên jinan gaveke dîrokî ye.”
Li eyaleta Coahuilayê li dijî qanûnên cezakirinê di sala 2018an de dozek hatibû vekirin ku li vê eyaleta li ser sînorê Teksasê ji ber kurtajkirinê jin tên cezakirin.
Mafê kurtajkirinê, çar eyalet ne tê de li hemû eyaletên Meksîkayê hatiye astengkirin. Meksîka li cîhanê duyem welatê mezin ê Katolîkan e. Ev biryar tê wê wateyê ku wê êdî dadgeh nikaribin dozên kurtajkirinê vekin.
Bi sedan jinên hejar ên meksîkayî ji ber kurtajkirinê tên dadgehkirin.
Li gorî nûçeya Selay Dalakliyê ya ku behsa daneyên sala 2020an ên Lêkolîna Serjinamî ya Cîhanê, kurtajkirin li 26 welatan bi temamî qedexe ye. Hondûras, Nîkaragûa, El Salvador, Sûrînam, Haîtî, Jamaîka, Komara Domînîk, Morîtanya, Senegal, Sierra Leone, Kongo, Angola, Madagaskar, Misir, Iraq û Filipîn jî di nava wan de ye.
Li 37 welatan jî ger jiyana dayikê di xetereyê de be an jî tenduristiya wê, wê gavê destûrê didin.
Li gorî lîsteya heman saziyê li Tirkiyeyê ger jinên ducanî bixwazin, dikarin xwe kurtaj bikin. (EMK/FD)