Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 308 hezar û 437 kesan hatine kirin û di encamê de testa 23 hezar û 914 kesan pozîtîf derketiye, 262 kes pê mirine û 30 hezar û 103 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 753 hezar û 961 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 50 milyon û 648 hezar û 789 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 39 milyon û 298 hezar û 396 kesan doza 2yem, 9 milyon û 208 hezar û 878 kesan doza sêyem, li ser hev 99 milyon û 582 hezar û 607 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)