Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 304 hezar û 864 kesan hatine kirin û di encamê de testa 23 hezar û 638 kesan pozîtîf derketiye, 274 kes pê mirine û 34 hezar û 402 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 847 hezar û 51 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 50 milyon û 324 hezar û 643 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 38 milyon û 978 hezar û 541 kesan doza 2yem, 9 milyon û 122 hezar û 835 kesan doza sêyem, li ser hev 98 milyon û 828 hezar û 646 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)