Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 301 hezar û 164 kesan hatine kirin û di encamê de testa 20 hezar û 962 kesan pozîtîf derketiye, 271 kes pê mirine û 29 hezar û 329 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 868 hezar û 298 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 49 milyon û 946 hezar û 816 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 38 milyon û 628 hezar û 745 kesan doza 2yem, 9 milyon û 28 hezar û 86 kesan doza sêyem, li ser hev 97 milyon û 981 hezar û 595 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)