Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 302 hezar û 869 kesan hatine kirin û di encamê de testa 23 hezar û 946 kesan pozîtîf derketiye, 290 kes pê mirine û 15 hezar û 164 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 706 hezar û 330 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 48 milyon û 563 hezar û 507 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 37 milyon û 368 hezar û 108 kesan doza 2yem, 8 milyon û 661 hezar û 464 kesan doza sêyem, li ser hev 94 milyon û 873 hezar û 884 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)