Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 297 hezar û 68 kesan hatine kirin û di encamê de testa 19 hezar û 970 kesan pozîtîf derketiye, 257 kes pê mirine û 15 hezar û 205 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 665 hezar û 998 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 47 milyon û 247 hezar û 97 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 36 milyon û 145 hezar û 891 kesan doza 2yem, 8 milyon û 167 hezar û 707 kesan doza sêyem, li ser hev 91 milyon û 747 hezar û 545 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)