Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 293 hezar û 37 kesan hatine kirin û di encamê de testa 19 hezar û 191 kesan pozîtîf derketiye, 230 kes pê mirine û 15 hezar û 373 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 754 hezar û 580 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 46 milyon û 649 hezar û 44 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 35 milyon û 672 hezar û 814 kesan doza 2yem, 7 milyon û 929 hezar û 901 kesan doza sêyem, li ser hev 89 milyon û 651 hezar û 157 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)