Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 294 hezar û 561 kesan hatine kirin û di encamê de testa 21 hezar û 692 kesan pozîtîf derketiye, 183 kes pê mirine û 14 hezar û 636 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de mîlyon û 17 hezar û 227 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 44 milyon û 716 hezar û 585 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 33 milyon û 779 hezar û 933 kesan doza 2yem, 7 milyon û 18 hezar û 463 kesan doza sêyem, li ser hev 85 milyon û 564 hezar û 637 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)