Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 281 hezar û 535 kesan hatine kirin û di encamê de testa 22 hezar û 261 kesan pozîtîf derketiye, 138 kes pê mirine û 15 hezar û 685 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de milyon û 170 hezar û 644 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 43 milyon û 319 hezar û 938 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 31 milyon û 810 hezar û 55 kesan doza 2yem, 6 milyon û 352 hezar û 13 kesan doza sêyem, li ser hev 80 milyon û 311 hezar û 362 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)