Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 262 hezar û 48 kesan hatine kirin û di encamê de testa 26 hezar û 822 kesan pozîtîf derketiye, 122 kes pê mirine û 6 hezar û 96 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 262 hezar û 48 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 41 milyon û 303 hezar û 572 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 27 milyon û 831 hezar û 610 kesan doza 2yem, 5 milyon û 194 hezar û 192 kesan doza sêyem, li ser hev 74 milyon û 329 hezar û 374 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)