Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 270 hezar û 426 kesan hatine kirin û di encamê de testa 22 hezar û 898 kesan pozîtîf derketiye, 91 kes pê mirine û 5 hezar û 947 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 438 hezar û 249 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 41 milyon û 142 hezar û 569 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 27 milyon û 624 hezar û 886 kesan doza 2yem, 5 milyon û 42 hezar û 22 kesan doza sêyem, li ser hev 73 milyon û 809 hezar û 477 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)